Li Başûr 10 salên borî de zêdetirî mîlyonek dar hatine şewitandin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî xwezaya Kurdistanê bê navber dewam dike.
Dewleta dagirker li Bakurê Kurdistanê li çiyayê Gabarê bi destê cerdevanan daristanan ji holê radikin, li Başûrê Kurdistanê jî bi bombebaran û şewatê, daristanan ji holê radike.

Ev talankirina xwezayê netenê bakûrê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê jî bi destê dewleta Tirk pêk tê.

Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê, di nava 10 salên borî de ji ber bombebaranan, zêdetirî milyonek û 300 hezar donum daristan şewitiye.

Serwer Qeredaxî: Sedema sereke ya talan xwezaya Kurdistanê dagirkeriya Tirkiyê ye

Jîngeparêz Serwer Qeredaxî derbarê talankirina jîngeha Kurdistanê ji Rojnews re axivî û got:

“Serokkomariya Erdogan tê wateya talankirina jîngeha Kurdistanê.

Dewleta dagirker di salên dawî de êdî çekên kîmyawî jî bikartîne

Ji ber çekên kîmyawî tên bikaranîn, gelek daristan şewitîne, dar hişk bûne û kanî çikyane.”

Serwer Qeredaxî da zanîn ku sedema sereke ya şewatê êrîş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê bû.

Qeredaxî di dawiyê de rêxistinên navnetewî rexne kir û bang li hemû rêxistinên cihanê û saziyên sivîl ên jîngehparêz kir ku li dijî binpêkirina jîngehê rabin ser xwe.

Li Gabarê talankirina xwezayê

Back to top button