Li Çiyayê Gabarê bi hezaran darên ku nû pel dane, ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn.
Li herêmên Besta, Cudî, Gabar û Çilê-nimijê ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li Çiyayê Gabarê li cihê ku tê gotin petrol lê heye, bi hezaran darên ku nû pel dane hatin birîn.
Her wiha hat diyar kirin ku darên ku ji aliyê cerdevanên bajaroka Sêgirkê vê tên birîn, li traktoran tên barkirin û bi şev tên veguhastin.



