Îro jî 59 malbatên şengalî ku koçberî kampa Şariya ya ser bi Dihokê bibûn vegeriyan Şengalê.
Malbatên vegeriyan di saetên nîvro de gihiştin nav axa Şengalê û veger berdewam dike.
Hatibû gotin ku wê îro nêzî 60 wesayît wek konvoyek dirêj bigihêje Şengalê, lê hate hînbûn ku hinek wesayît li hin seytereyan hatine sekinandin û li benda destûra derbasbûnê ne.
Koçberên ku îro ji Kampa Şariya vedigerin piraniya wan xelkê Sîba Şêx Xidir a Şengalê ne.
Yek ji koçberên vegeriaya Bedel Hisêne, li ser vegera Şengalê axivî û got: “Em gelek keyfxweşin ku vegeriyane ser cih û warên xwe.
Em bawer dikin koçberên din jî derfet bibînin wê vegerin.”
Şêniyên vegeriyane hêvî kirin ku hemû koçberên Şengalê vegerin ser cih û warên xwe.



