Di çarçoveya hemleya “Jin jiyan azadî azadiyê bi dest bixin” de, Tevgera Xwendekarên Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangehek vekir.
Pêşangeh li hola Telêt Heleb a rojhilatê taxê hat lidarxistin.
40 tabloyên şehîdan û xwezaya Efrîna dagirkirî hatin pêşandan.
Di pêşangehê de, endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Reşa Elî axivî û got:
“Hemleya me heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dê dewam bike.
Dewleta Tirk a dagirker ne tenê tecrîd li rêberê me ferz dike, lê belê niha siyasetên herî kirêt dimeşîne.
Vîna me naşike û heta serokê xwe di nav xwe de bibînin, têkoşîna me dewam e.