Rapora îstixbareta DYA: Egeriyek zêde ya piştî vekişînê heye ku Talîban welat kontrol bike

Piştî Serokê DYA Biden ragihand ku wê ji Efxanistanê derbikeve, li Kabûlê 2 senaryonên herî diyar careke din derketin pêş.
Amerîka bi xwe li wê yekê mikûrtê ku piştî vekişîna wan ji welat egeriya derketina şereke mezin navbera aliyan de wê derbikeve.
Tevî vê yekê herî dawî îstîxbareta DYA ragihand ku bi vekişîna leşkerên Amerîka re egeriyek mezin heye ku welat bikeve destê tevgera Talîban.

Amerîka soza xwe ya dawî ya derbarê derketina hêzên xwe ji Efxanistanê ragihand.

Serokê DYA Joe Biden 14’ê Nîsanê gotina xwe ya dîrokî da û got:

Hêzên me wê heta 11’ê Îlona 2021’an bi awayekî giştî li welat vegere.

Ev gotin li welat û cihanê du nêrînên cuda û dijî hev derxist.

Aliyek dibêje vekişîn biryarek şaşe û wê şer germitr bibe, aliyê dijber jî vê yekê weke rêya çareseriya rewşa li welat dibîne.

Lê ya tê xuyakirin ku Talîban bi awayekî zêde wê ji vekişînê sûdê bigre.

Jinên li Efxanistanê ji hêzbûna Talîbanê ji nihade ketine nava tirsê.

Îstixbareta DYA bi raporekê diyarkir ku bi vekişîna û qutkirina piştevaniya hêzên koalîsyonê ya ji bo hikumeta Efxanistanê, wê li dijî Talîbanê gelek zehmetî bibîne.

Saziyên îstixbaretê yên DYA di rapora ku hefteya derbasbûyî weşandin de jî wiha gotin:

El Qaîde û komên din yên terorê, wê nekaribin di nava demeke kin de, axa Efxanistanê bikar bînin û careke din li dijî DYA gefê ava bikin.

Lê Koma Xebatên Efxanistanê ya Kongresa DYA li dijî raporê fikarên xwe tînin ziman û dibêjin,

Di nava 18 heta 3 salan de gefên terorî yên li dijî DYA wê careke din derbikeve.

Di rapora ku bi sernavê “Rapora Nirxandina Tehdîda Gefên li dijî DYA ya 2021” an de îşaret bi peymana aştiyê ya Efxanistanê jî tê kirin û tê gotin,

Peymana Aştiyê ya navbera hikumeta Efxanistan û Talîbanê di astekî ketî de diçe.

Ev yek jî dihêle ku Talîban di aliyê leşkerî de deskeftiyên xwe zêde bike.

Back to top button