Asayîşa PDK’ê li Hewlêrê kesek dema li ser karê xwe bû, binçavkir û piştî du saetan ji binçavkirinê, ji malbata wî re gotin herin cenazeyê wî li Tiba Edlî ya Hewlêrê bigrin.
Îro di saetên nîvro de, li Hewlêrê kesek bi navê Zîrek Elî Mihemed ku temenê xwe 40 saliye dema li xwaringehê kar dikir, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat revandin.
Piştî du saetan ji kesûkarên wî re hat ragihandin ku Zîrek Elî jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Tiba Edlî ya Hewlêrê ye.
Birayê Zîrek, Zana Mihemed têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî û got:
“Em ji mirina birayê min bi gumanin, asayîş ji vê bûyerê berpirse.”
Zana Mihemed da zanîn heta ew sedema mirina birayê xwe nezanin, ew ê cenaze wernegirin.
Zana got, ger sedemê diyar nekin ew ê cenaze bibin tiba edlî ya Silêmaniyê.



