DYA welatê yekem yê herî zêde çek di destê sîvîlan de heyî ye

Li DYA ji serî 100 kesî 120,5 çek hene.
Bi vê re, DYA di warê çekdarkirina takekesî de li cîhanê di rêza yekemîn de ye.
Piştî êrişa li eyaleta Teksas ku 19 jê zarok 21 kes hatin kuştin, de li DYA mijara ewqas çekên di destê sivîlan de ket rojevê.
Serokê DYA Biden jî li ser rêya Teksasê ye.

Di dema ku beşên dijî çekan ji siyasetê heta civaka sivîl daxwaza xwe ya danîna sînorkirinên qanûnî li ser “mafê takekesî yên çekan” anîn ziman, CNN raportek nûçeyan amade kir ku jimara çekên di destê sivîlan de li seranserê cîhanê tîne berhev.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku DYA yekane welate jimara çekên di destê sivîlan de ji jimara mirovan bêtir e.

Li gorî lêkolînên ku di van salên dawî de hatine kirin, DYA di warê çekên ferdî de di rêza yekem de ye.

Ji serê her 100 kesî 120,5 çek hene.

Yanî ji jimara welatiyan zêdetir çek hene.

Giravên Falkland ji her 100 kesî 62 cihê xwe di rêza duyem de digre.

Li Yemen a ku 7 sal in şerê navxweyî lê didome jî ji her 100 kesî çek di destê 53 kesî de heye.

Li hin welatên wekî Koreya Başûr û Japonyayê hat ragihandin ku ev rêje li dora 0,2 de ye.

Tê texmînkirin ku ji 857 mîlyon çekên sîvîl ên li cîhanê hene 393 mîlyon ji wan li DYA ne.

Ev yek jî dike ji sedî 46 ê jimara heyî.

DYA welatê yekem li Cihanê ye her sal êrişên dijî komî pêk tên

Dewletên Yekbûyî yekane welatê cîhanê ye ku her sal gulebaranên girseyî pêk tê.

Hat destnîşankirin ku li DYAyê ji her 100 hezar kesî 4 kes di encama tundiya çekan de jiyana xwe ji dest dane.

Ji sedî 44’ê kesên temenê wan têgihiştî di nava xaniyeke biçek heyî de dijîn.

Biden piştî êrişa biçek li ser rêya teksasê ye

Serokê DYA Joe Biden ragihand ku ew ê biçe Teksasê û serdana malbatên zarokên ku di encama gulebarana li dibistaneke seretayî de jiyana xwe ji dest dane, bike.

Back to top button