Di encama de 3 şervanên hêza Senadîd şehîd bûn

2 çekdarên li motorsklêtekî li navçeya Til-Koçer a kantona Qamişlo êrişî erebeyeke Hêzên Senadîd kirin û di encamê de 3 şervan şehîd bûn, 5 şervan jî birîndar.

Li gorî ajansa nûçeyan a Hawarê ku xwe dispêre çavkaniyên ji Navenda Ragihandinê ya Hêzên Senadîd, êriş îro li ser xaçerêya Elî Axa ya navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo pêk hatiye.

2 çekdarên li ser motorsklêtekê êriş pêk anîne.

Di encama êrişê de 3 şervanên Hêzên Senadîd şehîd bûne, 5 şervan jî birîndar bûne.

Birîndar rakirine nexweşxaneya bajarê Dêrikê û birîna hinekan ji wan giran e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin.

Back to top button