Ji destpêka avakirina kampa Holê ve zêdetirî 150 kes hatine kuştin

Roj bi roj sûcên kuştin li kampa Holê zêde dibin. Û xeteriya wê ji berê zêdetir dibe. Rêvebera Kampa Holê Hemrîn El-Hesen got: ”Ji serê salê ve 19 jê jin 27 kes li kampê hatine kuştin, ev yek jî zêdebûna tundî û kuştina di nava kampê de bi taybetî li dijî jinan radixe ber çavan.”

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û ya herî xeter di cîhanê de ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê hene ku sûcên kuştin û hewldanên reva ji kampê dikin.

Kamp ji 9 beşan pêk tê.

Li gorî rêveberiya kampê, di kampê de 56 hezar û 97 kes dijîn, ji wan 29 hezar û 152 kesên iraqî, di nava 7 hezar û 791 malbatî de hene.

Her wiha 18 hezar welatiyên sûrî ku ji 4 hezar û 998 malbatan pêk tên hene.

Di beşê 9’an ê taybet bi malbatên DAIŞ’î de 8 hezar û 109 kes hene ku di nava 2 hezar û 416 de malbatan de ne.

Ev malbat ji 54 nasnameyên biyanî ne.

Li gorî rêveberiya kampê daye diyarkirin ji dema avakirina kampa Holê ve zêdetirî 150 kes di nav de jin, zarok û mêr hatine kuştin.

Ji destpêka 2022’an ve jî li kampê 24 kes hatine kuştin, 13 kes jî birîndar bûne û zêdetirî 27 hewldanên revê çêbûne.

Hemrîn El-Hesen: Ji serê salê ve 19 jê jin 27 kes li kampa Holê hatine kuştin

Têkildarî bûyerên kuştina jinan ku di vê dema dawî li Kampê rû didin, Rêvebera Kampa Holê Hemrîn El-Hesen axivî û got:

Me ji destpêka sala 2022’an de kuştina 19 jinan ji 27 kuştiyan belge kiriye.

Ev yek jî zêdebûna tundî û kuştina di nava kampê de bi taybetî li dijî jinan eşkere dike.

Kampa Holê nîşana zîhniyeta DAIŞ’ê ya tendrew e û xeteriya wê ji berê zêdetir dibe.

Hemrîn El-Hesen wiha anî ziman:

Hebûna jin û çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêkeke cîhanî ye.

Ji ber vê yekê welatên ku hemwelatiyên xwe nagirin û vê pirsgirêkê ji bîr dikin û paşguh dikin divê bi erkên xwe rabin û gavên şênber ji bo çareseriya vê pirsgirêkê biavêjin.

Kampa Holê-Kewara DAIŞ’ê

Back to top button