Li Reqayê bi armanca hevgirtinê Foruma Eşîran hat lidarxistin

Bi pêşengiya êla El Welde ya li Reqayê, bi armanca zêdebûna hevgirtin û xurtkirina mozaîka civakî li Reqayê Foruma Eşîran hate lidarxistin.
Di forumê de peyama Sûriyeyek pirreng û nenavendî hat dayîn.

Bi vexwedana êla El Welde ya li Reqayê, bi armanca zêdebûna hevgirtê di nava eşîran de û girêdana di navbera Rêveberiya Xweser û gel de li Reqayê Foruma Eşîran hate lidarxistin.

Di forumê de rûspî û şêxên eşîrên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên leşkerî û sivîl beşdar bûn.

“Peyama me Sûriyeyek pirrengî û nenavendî ava be”

Li ser navê êla El Welde Cîhad El Xelef axivî.

Cîhad El Xelef diyar kir ku kombûna li dora hev kombûna banga aştiyê ye û got:

“Em hemû yek in û tevahî hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê dizanin.

Lê em nahêlin ev fiten belav be û bang li eşîran dikin bi erkên xwe û rolên xwe yên erênî ji bo têkbirina van fitneyan rabin.”

Rûspiyê êla El Welde şêx Hamid El Ferec jî axivî û got:

“Ji ber pêdiviya me ya hevgirtinê bi rêveberî û xelkê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê re heye, em li vir kom bûne.

Em li vir dîmenekî baş ji gelê me yê li Siwêda heta bi Efrîn, Serêkaniyê û Dêrikê pêşkêş dikin.”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Zohat jî diyar kir ku îro hevgirtina li vir ji bo tevahî Sûriyeyê bû nimûne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman jî got:

“Em Rêveberiya Xweser hewldanên ji bo lidarxistina vê forumê silav dikin. Em bi hêvî ne em hemû li dijî terorê bibin yek û bi azad û aştî bijîn.”

Ev foruma duyemîn e ku êla El Welde ji bo xurtkirina mozaîka civakî bi eşîran re li dar dixe.

Back to top button