Reqa-Hêzên Asayişê zarokê hatibû revandin vegerandin

Hêzên Asyişê zarokek ku ji aliyê hin kesan ve hatibû revandin vegeramdin malbata wî.
Asayişê got: “Em rê nadin tu kes aramiya welatiyan têkbibe”

Asayişê têkîldarî mijarê li ser malpera xwe ev tişt got:

“Hêzên me yên dij tawanan giliyek wergirtin ku zarokê bi navê “Osman El-Dendel” li bajarê Reqayê dema ku ji dibistanê derdiket hat revandin.

Kesên zarok revandibûn 300 hezar dolarên Amerîkî ji malbata zarok xwestibûn.

Di kêmtirî 48 saetan de hêzên me yên dijî tawanan bi lez dest lêkolînê kir û agahî li ser cihê ew kesan naskirin û bi oprasiyonek taybet biser wan de hat girtin. ”

Piştre zarok bi silametî vegerandin malbata wî û ew kesên ku zarok revandibûn girtin.”

Asayişê diyarkir ku ew ê hûrgiliyên operasyonê û îtîrafên sûcdaran di rojên pêş de eşkere bikin.

Di dawiyê de Asayîşê diyar kir ku ew ê ji bo mayindekirina aramiya civakê kesên sucdar bigirin û radestî dadweiyê bikin.

Back to top button