Ciwanê Êzidî ku ji aliyê Hêzên Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatibû rizgar kirinê di roja cejna Êzî de radestî malbata wî kirin.
Ciwanê Êzidî yê bi navê Rojîn Hedad Talal ê 17 salî 3’yê Tebaxa 2014’an ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê.
Piştî 9 salan ciwanê Êzidî ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû rizgarkirin, di Cejna Êzî de radestê Rêveberiya Xweser û malbata wî hate kirin.
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo li ser rizgarkirina Rojîn Hedad axivî û got:
“Di encama ked û hewldanên YBŞ’ê de îro ev ciwanê me gihîşt Şengalê.
Em hêvî dikin, hemû dîlên me bên rizgarkirin û vegerin malên xwe.”