Nobeta Azadî ji Rêber Apo re di hefteya 570’î de ye

Nobeta ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hatibû destpêkirin di hefteya 570’î de didome.

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîda girankirî ya li ser wî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li Strasboûrgê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin.

Taşdemîr Anli, Îsmaîl Coşkun Kîncal û Civan Akpolat ên ji Parîsê hatin, di hefteya 570’emîn de nobet dewr stendin.

Li wir hate diyar kirin ku ev 2 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayên stendin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo her tim li vir bin.

Komê bal kişand ser êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê jî, diyar kir ku armanca van êrişan tinekirina hemû destkeftiyên Kurdane û got: “Em ê stûyê xwe xwar nekin.

Heta ku em hebin em ê têkoşîna xwe bidomînin û heta Rêbertiya me azad bibe, wê têkoşîna me bidome.”

Koma Jinan a Parîsê Nobeta Azadiyê wergirtin

Back to top button