Pervîn Buldan li Merdînê bi gel re hevdîtin kir

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, xebatên ji bo hilbijartina serokkomariyê a tura 2. li gelek bajaran didome. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Mêrdînê bi gel re hevdîtin kir. Pervîn Buldan diyar kir niha dema wê ye ku em bi Erdogan bidin windakirin û go: “Dê di 28’ê Gulanê de demokrasî bi ser keve, faşîzm winda bike.”
 Li Wan û Erdexanê jî şandeyan bi gel hatin bahev û bang li welatiyan kirin ku biçin ser sindoqê.

Hilbijartinên tura 2. ên ji bo serokomariya Tirkiyê nêz dibin û tenê 5 roj jê re mane.

Di vê çarçoveyê de xebatên ji bo tûra 2. û bangên ji bo dengdayînê didomin.

Li gelek navendan, endamên partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî û Demokratîk, serdana gel dikin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Buldan tevî şandeyekê, li Mêrdînê bi gel re hevdîtin kir

Hevdîtina ewil li gundê Ewîna yê navçeya Stewrê hat kirin.

Beta pêşwazî biherikîne

Şandeyê piştî silavkirina şêniyên gund, civînek li dar xist.

Pervîn Buldan: Tevî her hîle û zextê gelê me Îradeya xwe diyar kir

Pervîn Buldan sekna gel a di 14’ê Gulanê de li welatiyan pîroz kir û wiha got:

Di wê baweriyê de me ku gelê me dê vê îrade û israrê careke din nîşan bide.

Tevî her hîle û lîstikan, tundî û zextê jî gelê me dengê xwe da û îradeya xwe diyar kir.

AKP û MHP’ê ji bo Partiya Çepên Kesk winda bike û li derveyî siyasetê bimîne her tişt kir.

Lê bi ser neketin. Ji ber ku gelê me destûr neda. ”

Buldan: Niha dema wê ye ku em bi wan bidin windakirin

Pervîn Buldan diya kir niha dema wê ye ku ew bi desthilatê bidin windakirin û got: “Têkbirina Erdogan di 28’ê Gulanê de peywir û berpirsyariya me ye.”

“Xwe bi ruhê seferberiyê ji bo 28’ê Gulanê amade bikin”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bang li her kesî kir ku xwe bi ruhê seferberiyê ji bo 28’ê Gulanê amade bikin û AKP û Erdogan bişînin.

Buldan û şandeya pê re piştre çûn serdana esnafên Stewrê.

Bernameya wan dê li Şemrex û Dêrikê bidome.

Wan-Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya pê re serdana gel kirin

Li Wanê jî tevî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û siyasetmedaran serdana gel kir.

Berdan Ozturk: Em ê di roja 28’ê Gulanê de bilêta desthilta faşîst bibirin

Berdan Ozturk bi dikandarên li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê re hat ba hev û got: “Em ê di roja 28’ê Gulanê de bilêta desthilta faşîst bibirin û bişînin.

Paşê Ozturk û şandeya pê re di tevahiya rojê de çûn serdana dikandaran.

Erdexan-Partiya Çepên Kesk ji bo dengdayînê bang li gel kir

Li Erdexanê jî Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Uçar û şandeya pê re li navenda bajar çûn serdana welatiyan.

Di serdanan de bang li hemû welatiyan hat kirin ku di tûra duyemîn de jî biçin ser sindoqan.

Partiya Çepên Kesk ji bo tura 2. a hilbijartinan xebatên xwe didomîne

Back to top button