Lûtkeya G7 bi lihevkirina li ser gelek mijaran bi dawî bû

Duh li Brîtanyayê serokên welatên G7 lûtkeyek li dar xist û li ser gelek mijaran li hev kirin.

Di encamnameya lûtkeyê de hat gotin ku welatên G7 dê di sala bê de milyarek derziyên li dijî vîrusa Koronayê belav bikin.

Serokên dewletên G7 soz da ku dê li hember guhartina avhewayê bisekinin, Co2 bi hatina 2030 re kêm bikin û alîkariyên madî ji dewletên xizan re pêşkêş bikin.

Têkildarî aliyê siyasî, serokê Amerîkayê Jeo Biden piştî bidawîbûna lûtkeyê got, welatê wî bi rêya lûtkeya G7 vegeriya dîplomasiya navnetweyî û destnîşan kir ku parastina NATO’yê erkeke pîroz e.

Biden eşkere kir ku ew şerê bi Rûsyayê re naxwaze û dixwaze dozên bigirêk çareser bike.

Back to top button