Çeteyên DAIŞÎ êrîşî çekdarên ”Hizbullaha Iraqî” kir, 2 çekdar hatin kuştin

Li çolistana Dêra Zorê di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de 2 çekdarên Hizbullaha Iraqî hatin kuştin û 5 birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Meyadîn a Dêra Zorê êrîşî deverên çekdarên Hizbullaha Iraqî kir.

Di encamê êrîşê de şer di navbera alliyan de derket û 2 çekdarên Hizbullaha Iraqî hatin kuştin û 5 birîndar bûn.

Çavêdriyê diyar kir ku birîndar rakirin nexweşxaneya Fatîmet Zehraa li Meydînê.

Her wiha piştî êrîşê milîseyên ”Pasdarên Şoreşger a Îranî” û çeteyên ”Dîfa Wetenî” piştgiriya leşkerî şandin herêmê.

Back to top button