Artêşa Nîjeryayê kuştina 10 çeteyên “Boko Heram” ragihand

Artêşa Nîjeryayê ragihand ku li bakur-rojhilatê welêt 10 çeteyên “Boko Heramê” hatin kuştin.

Berdevkê hêzên Niştîmanî yên Nejîryayê Mihemed Yerîma diyar kir ku girûpek ji çeteyên “Boko Heramê” roja înê hewl dan êrîşî bajarê Ran li eyaleta Bornoyê bikin.

Mihemed Yîryîma eşkere kir di encama têkbirina êrîşa navborî de 10 êrîşkar hatin kuştin û mîqdarek çek jî hat desteserkirin û paşê reviyan.

Sala 2002’an ji bo serdestiya Nejîryayê çeteyên ‘Boko Heramê” ji aliyê islamîyên radîkal ve hatin avakirin.

Li gorî NY di 10 salên dawî de tenê li Nejîryayê 35 hezar kes ji ber êrîşên van çeteyan hatin kuştin.

Back to top button