Artêşa dagirker gundê Mişêrfê, Merenaz û Bendava Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk û komên xwe yên çete cardin êrîşî gundewarê Şehbayê kirin.

Êrîş û topbarana artêşa dagirker û çeteyên wê duh derengiya şevê careke din pêk hat.

Artêşa dagirker gundê Mişêrfê û Bendava Şehbayê yên girêdayî Şehbayê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk hemwextî êrîşên li ser bendava Şehbayê bi çekên navîn êrîşî gundê Meranezê yê navçeya Şera jî kirin.

Derbarê encamê her du êrîşan ti agahî nehatin biparvekirin.

Back to top button