Cotkarên Şehbayê zehmetiyên dorpêçê derbas dikin

Cotkarên kantona Şehbayê piştî gelek zehemtiyan di çandina pîvazan de berhema xwe ya pîvazan berhev dikin.
Komîteya Çandiniyê ya Desteya Aborî diyar kir ku îsal 700 hîktar bi pîvaz hat çandin.

Li kantona Şehbayê 2 cûreyên berhema pîvaz hene; pîvazê zivistanê anku frensî û pîvazê şêrîn.

Berhema pîvaz yek ji berhemên herî girîng a kantona Şehbayê ye .

Her wiha ew berhem ji bo cotkaran jî ya herî baş û bi sûd e.

Pîvazê zivistanê di destpêka meha Çileyê de tên çandin û di mehên Tîrmeh û Tebaxê de tên çinîn.

Pîvazê şêrîn jî di meha Îlonê de tê çandin û di meha Gulan an Hezîranê de li gor rewşa hewayê tê çinîn.

Tê payîn ku mewsima îsal dê zêdetirî 35 hezar ton pîvaz berhem bide .

Nirxê her kîloyek li gor cûreyê pîvazê ji hezar û 300 heta 3 hezar û 600 lîreyên sûriyeyî be.

Cotkarên Şehbayê li hember zehmetiyên dorpêçê bi ser dikevin.

Back to top button