Li Bakurê Kurdistan dewleta Tirk a dagirker dîlgirtiyên azadiyê ji mirinê re rû bi rû dihêle
Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê 53 salî ku piştî ketibû girtîgehê bi penceşera pişikê ketibû, piştî ku 19 rojan li nexweşxaneyê ma, jiyana xwe ji destda.
Tahîr Gurdal girtiyeke siyasî bû û ev 10 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de dîlgirtî bû.
Gurdal di girtîgehê de nexweşiya pençeşerê ket û ji bo dermankirina wî sewqî Girtîgeha Amedê kirin.
Lê dewleta dagirker dewsa ku gurdal berde bi mirinê re rû bi rû hişt û doh gurdal ji ber nehate derman kirin jiyana xwe ji dest da.
Her wiha Beriya 3 rojan jî Rêveberiya Girtîgeha bajarê Şirnexê ê Bakûrê Kurdistanê ji malbata girtiyê siyasî Emre Abalak re ragihandin ku kurê wan di serşokê de ketiye xwarê û rakirine nexweşxaneya Amedê.
Malbatê diyarkir ku deweletê kurê wan kuştine ew îdaya ketinê bawer nakin.
Dagirkeriya Tirkiyê zîndanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê vegûherandiyê cihê kuştina şoreşger û kurdan.