Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) bîlançoya binpêkirinên dijî rojnamevanan eşkere kir û da zanîn ku tenê di sala 2022’yan de 67 Rojnamevan hatine kuştin.
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî bîlançoya êrişên dijî Rojnamevanan ragihand û got:
” Tenê îsal 67 rojnamevan hatine kuştin”
“Rêjeya kuştina rojnamevanan îsal ji sala bûrî zêdetir e.
Tenê di îsal de 67 Rojamevan hatin qetilkirin.”
Federasyonê diyar kir ku li Tirkiyeyê, Myanmar û Çînê herî kêm 375 Rojamevan girtî ne.
Her wiha li Çînê 84, Myanmarê 64 û li Tirkiyeyê jî 51 rojnamevan girtî ne.”
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî bang li Civaka Navneteweyî kir ku ji bo ewlehî û azadiya rojnamevanan çalakî bên li dar xistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di êrîşa dewleta Tirk şeva 20’ê Mijdarê li ser navçeya Dêrik de, nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdûllah şehîd bû.