3 çeteyên ku kuştin û teqînên Deşîşayê kiribûn, hatin girtin

Operasyonên QSD’ê li dijî şaneyên vaşartî yên DAIŞ rû bi rû ne, Hêzên Anti Teror 3 çeteyên ku destên wan di herikîna xwîna xelkê Deşîşa de hebû, girtin.

Ajansa Nûçeyan ANHA ragihand ku Hêzên Antî-Teror yên QSD, 3 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞê li herêma Deşîşa ya gundewarê Hesekê, li rex hejmareke çek girtin.

Ev yek, piştî şopandin û agahiyên ku digotin “tiliya van kesan di kuştin û teqemeniyên li herêma Deşîşayê de heye”, pêk hat.

Navê çeteyên hatine girtin jî, Isman Iîd El-Ehmed ji gundê Seilo ya Dêra Zorê,

Ebdilah Ehmed El-Xelef ji gundê Hirêciyê û Şahir Hesen El-Xelef ê ji gundê Hicinayê ne..

Back to top button