Li navçeya Til Temir a Hesekê ku rojane bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye jin ji bo 25’ê Mijdarê zend û bendên xwe badan. Dê Kongra Star a navçeyê gund bi gund, mal bi mal bigere xebatên hişyariyê bimeşîne.
Rêvebera Kongra Star a Navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd jî diyar kir ku dê bi hevkariya gelek sazî, partî û komîteyên jinan çalakiyên 25 ê Mijdarê bêne li darxistin.
Madlên êrişên dewleta Tirk yê li ser heremê bi şêwazê herî kûr a tundiya li ser jinan bi nav kir û got:
“Êrîşên ku li dijî herêmê pêk tên rasterast civak di nav de jin û zarokan dike armanc.
Jin di nav van êrîşan de ji kuştinê bigre heta destdirêjîyê, lêdan û tundiya devokî bi gelek cûreyên tundîyê re rû bi rû ye.”
Madlên El-Ibêd di dawiyê de destnîşan kir ku armanca wan ya sereke pêkanîna jiyaneke bi ewle û aram ji bo jinan e.
Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25’ê Mijdare civiya