Edî roja 24’an Berxwedana Rûmetê jî em li pey xwe dihêlin.
Îro jî li seranserê eniyên şer, artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe ranewestandin.
Şervanên QSD’ê êrişa dagirkeran ya li ser navçeya Zirganê şikand.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û panzêran êrişî navçeya Zirganê ya Serê Kaniyê kirin.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de berisva êrîşan dan.
Şervanan, erebeyeke zirxî tevî kesên tê de teqandin û êrîşa dagirkeran vala derxistin.
Di encamê bersivdayînê de kuştî û birîndaran dagirkeran çêbûn.
Li aliyekî din jî hejmareke sîxurên artêşa dagirker û çeteyên wê ku xwestin derbasî navçeya Til Temirê bibin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin giritin.