Ukrayna: Me êrişên Rûsya yên li Rojhilat rawestand

Artêşa Ukrayna ragihand ku li rojhilatê welat êrişên Rûsya dane rawestandin û li başûr jî bi pêşde diçin.

Ukraynî fêrî şerê demdirêj dibin.

Êrişa Rûsya ya li ser xaka Ukrayna meha xwe ya 15 jî tejî kir.

Di şerê heta niha li welat pêk tê de, ne Moskow û ne jî Kîev nekarîne daxwazên xwe pêk bînin.

Artêşa Ukrayna ragihandin ku wan li rojhilatê welat êrişên Rûsya dane rawestandin.

Êrişên herî dijwar yên li vê herêmê li ser bajarên Kupiansk û Lyman pêk dihatin.

Alîkara Wezîrê Parastinê Hanna Maliar ji televîzyona Ukraynayê re axivî û got,

“Li ser rêya Kupiansk û Lymanê şerekî gelekî dijwar rû da, lê leşkerên me li wir dijmin rawestandin.”

Ukrayna: Em li Başûrê welat pêşde diçin

Maliar îşaret bi oparasyonên li başûrê welat pêk tên jî kir û wiha doman:

“Em her roj bi pêş ve diçin.

Belê gav bi gav bi pêş ve diçin û hêzên me cihê xwe digrin.”

Ukrayna: Êrişa sereke hîna despê nekiriye

Ji aliyê din ve, Maliar anî ziman ku hîna êrîşa sereke dest pê nekiriye û hêzên ji bo paşerojê hatîn komkirin hene.

Şoygu: Artêşa Ukrayna xwe careke din komî serhev dike

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu da zanîn ku hêzên Ukraynayê 16 roj in di nava têkoşîneke aktîf de ne û windahiyên mezin dane.

Şoygu her wiha diyar kir ku hêzên Ukrayna xwe ji nûve kom dikin.

Her çiqasî Ukrayna di nava demên dawiyê de gund û cihên nû ji bin kontrola Rûsya derxistibe jî lê hîna artêşa Moskow li rojhilat û başûrê welêt xwedî rêjeyek girîng a erdê ye.

Hêzên Rûsî li ser kontrolkirina Luhansk û tevahiya Donetsk dewam in.

Back to top button