Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrînê û Şehbayê komxebatek lidarxist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê, bi navê “Zanebûna siyasî ya civakî li gel pergala nû ya cîhanî” komxebateke diyalogê li navçeya Fatinê dar xist.

Komxebat bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Rewşenbîran û rûspiyên eşîrên herêmê destpêkir.

Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Meryem têkildarî mijara Zanebûna siyasî, bikaranîna siyasetê ji bo xezmeta ajandeyên taybet, şîrove kir.

Her wiha Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Weys diyar kir ku avakirina civaka demokratîk û piştgiriya projeyên ku xizmeta civakê dikin, pir giring e.

Di dawiya komxebat bi encamnameyeke bidawî bû, hin xalên sereke yên komxebatê ev in:

1-Divê rêgeza zanist di destên civakê de be û tevahiya derfetên pêşketinê werin misogerkirin, da ku cemawer pêş bikeve û xurtir bibe.

2-Tevahiya pêwîstiyên çandî û fikirî ji hemû beşên civakê re werin peydakirin da ku aloziyê xetimandina fikirî were derbaskirin.

Back to top button