Li rêzeçîyayên Hemrînê operasyonek hat destpêkirin

Piştî zêdebûna êrişên DAIŞ’ê li dijî Iraq û Başûrê Kurdistanê, Heşda Şehbî li rêzeçîyayên Hemrînê operasyonek leşkerî da despêkirin.

Desteya Heşda Şeebî bi daxuyanîyekê ragihand ” Bi piştevanîya hêzên hewayî ên artêşa Iraqê, wan li dijî DAIŞ’ê operasyonek da despêkirin.”

Hat gotin, ev operasyon, di navbera rêya Kerkûk, Bexda, rêya Leyl û Qeretepe ya dikeve rêzeçîyayên Hemrînê bi rêve diçe.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku armanca sereke ya operasyonê tunekirina çeteyên DAIŞ’ê ên li heremê ne.

Di demên dawîn de çeteyên DAIŞ’ê êrişên dijwar li dijî pêşmerge û hêzên Iraqê pêk anîn.

Back to top button