Amerîka bo Tirkiye û Yewanan: Ji gotinên ku dextê bilintir dike dur bikevin

Ji bo şefê rejîma Tirkiye Erdogan yê ketiye tengaviyê bilindkirina hestên nîjadperestiyê pêwist dike.
Ji bo vê yekê bi gotinê jî be dixwaze dexta li gel Yewnanîstanê bilind bike.
Ev yek herî dawî bi mijara li derya Ege û Rojhilatê Derya Spî li dijî Atîna pêk tîne.
Ji ber vê yekê, Amerîka, Tirkiye û Yewnan hişyar kir û got:
Ji gotinên rewşê ber bi aloziyê ve dibe, dur bikevin.

Di nava demên dawiyê de, şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di nava zoriyê de ye.

Li aliyekê krîza aborî û li aliyê din jî belgeyên dizî û talaniya wan li ser welat rastiya wî nîşanî civakê daye.

Di demekî ku li welat qala hilbijartina pêşwext tê kirin de, rastiya AKP’ê ji aliyê civakê ve hîn zelaltir tê dîtin.

Şefê rejîmê Erdogan ji bo vê yekê bi dek û dulaban bihuhere, li pey bilindkirina hestên nîjadperestiyê ye.

Ji ber vê yekê, Erdogan 30’ê Tebaxê bi awayekî eşkere gel li Yewnanîstanê xwar.

Di demekî ku balafirên Tirkiye li ser gravên Yewnanîstanê difiriyan, artêşa welat jî bi qefilkirina radarê ya sîstema S-300 peyamek zelal dabû Enqerê.

Piştî vê navbera aliyan daxuyaniyên tund derketin.

Wezareta Karê Derve yê Amerîka têkildarî mijarê bang li aliyan kir ku dest ji axaftin û kiryarên ku wê rewşê aloztir bike berdin.

Di daxuyaniya rayedarekî Wezareta Karê Derve ya Amerîka bo çapemeniya Tirkiyê de, hate gotin, ew rewşê ji nêz ve dişopînin.

23’ê Tebaxê dema balafirên Tirkiye F-16 li ser qadên hewayî yên li Derya Spî re difiriyan ji aliyê Sîstema Parastina Hewayî ya S-300’ên Yewnan ên li Grava Girîtê ve hatibûn kilîdkirin.

Ev jî peyama wê yekê bû ku ev balafir dikarin werin xistin.

Back to top button