Hêzên Îranê kolber Salih Reşîdzada kuştin

Hêzên Îranê li herêma Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolbereke din kuştin.

Duh hêzên Îranê rast rast gule avêtin kolberên li herêma Bane yê Rojhilat.

Di encamê de kolberê bi navê Salih Reşîdzade ku xelkê bajarê Serdeştê ye hat kuştin.

Beriya sê salan ve birayê kesê navborî, Mihemed Reşîdzade jî bi heman awayî hat kuştin.

Li gorî Kolbernews’ê, di meha Tebaxê de 41 kolber li sînorê Rojhilat hatine kuştin û birîndarkirin.

Ji wan 41 kolberan 31 kolber bi gulebarana rasterast a hêzên Îranê hatine hedef kirin.

Back to top button