Li gundê Til Cuma leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, guned Til Cuma yê Asûryan topbaran kir. Di encamê de leşkerekî hikumeta şamê birîndar bû. Di topbarana li ser gundên bakurê navçeya Til Temirê kerebe qut bû. Şervanên Meclisa Leşkeîr ya Til Temirê jî bersiva êrişên dagirkeran didin.

Di seatên êvarê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Cuma yê Asûryan bi obus û hawanan topbaran kir.

Di topbaranê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrîşan da

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşên dagirkeran ên li ser gundê Til Cumanê dan.

Hat gotin ku kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk kehrebe li ser Til Temir qut bû

Her weha hat ragihandin ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên bakurê navçeya Til Temirê xeta kehrebeyê ya 66 K.F qut bû.

Tîmên çaksaziyê ziyanên ji ber topbaranê derketin, sererast kirin..

Seatên nîvro jî dagirkeran êrîşî gundê Til Gerebêt ê navçeya Til Temirê kirin.

Back to top button