Şêniyên Dêrikê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Xelkê bajarê Dêrikê diyar kirin ku xwedîderketina li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedîderketina li azadî û demokrasiyê ye.

Ji bo sekna li hember van siyasetan, Ebducebar Tey diyar kir ku ew dev ji Rêber Abdullah Ocalan bernadin û ev nirxandin kir:

“Felsefeya wî ji bo gelan misogeriya azadî û demokrasiyê ye.

Em wek gel bi diruşmeya ′Bê serok jiyan nabe′ ve girêdayî ne.”

Hemze Beşîr jî anî ziman ku fikrên Rêber Apo rêbaza yekane ya têkbirina koletiya ku dewletên kapîtalîst di kesayeta welatiyan de xwe li ser ava kirine.

Safiya Îbrahîm jî bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna li hember êriş û siyasetên şerê taybet ên dijî gelan û got:

“Em serî natewînin û em ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan hîn zêdetir belav bikin.”

Elî Remezan jî têkildarî heman mijarê helwesta xwe wiha nîşan da:

“Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de îsbat kir ku ew dikare di rewşên tecrîdê de jiyaneke mezin bijî û berxwedana bêhempa raber bike.”

Şêniyên Dêrikê banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin

Back to top button