Waşington, gefa çalakkirina cezayên navdewletî li Îranê dixwe

Amerîkayê ragihand ku eger Konseya Ewlekariyê dema qedexekirina bikaranîna çekan li ser Tehranê dirêjtir neke, ew ê careke din cezayên NY yên li ser Îranê, bidin destpêkirin.

Nûnerê Amerîkî yê taybet bi Îranê Brian Hook da zanîn ku wan ji bo cezayê li ser Îranê, Brîtanya, Fransa û Almanya agahdar kirine.

Hook ji rojnameya The Wall Street Journal re diyar kir ku Waşington ji bo berdewamkirina qedexekirina bikaranîna çekan misoger bike, ew ê reşnivîsekê ji Konseya Ewlekariyê re bişînin.

Ji bo erêkirina vê biryarê, pêwîstî bi dengê Rûsya, Amerîka, Brîtanya û Fransayê heye.

Lê tê gotin, Rûsya dirêjkirina dema qedexekirinê red kiriye.

Bersiv ji Îranê jî bi vî rengî bû..

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Zerîf diyar kir ku ti karê Hook bi lihevkirina nuklerî tune ye ku tê de biaxive û bang li welatên endam kir ku reftarên xwe biguherînin.

Back to top button