Ibrahîm Selac: Divê çete bi lez werin darizandin

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjenî û Demokratiya Sûriyê Ibrahîm Selac, bang li civaka navdewletî kir ku di dosyaya girtiyên DAIŞ’ê de bi berpirsyariya xwe rabin û li gorî qanûnên navdewletî lezê bidin dadgehkirina wan. 

Selac diyar kir ku bi hezarên çete xwe radestî QSD’ê kirine, lê ew niha li ser pişta QSD û Rêveberiya Xweser bûne bar, ji ber ew gefê li ewlehiya deverê dixwin û carcaran tevliheviyan çêdikin.

Di dema dawî de, çeteyan li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûrî, nexasim li girtîgeha Sina’a ya bajarê Hesekê tevlihevî derxist, lê tevî kontrolkirina wê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve jî, xelkên deverê van çeteyan wek gefê dibînin û daxwaza darizandina wan dikin.

Back to top button