ELMANYA: LI SÛRIYÊ TI HERÊMA EWLE NÎNE

Hikumeta Elmanyayê ragihand ku li Sûriyê ti herêmeke ewle ji bo vegera koçberan nîne. Her wiha Siwêdê tekez kir ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ti bajarekî ewle li Bakurê Sûrî nemaye.

Wezareta derve ya Elmayayê bi raporeke ku di rojnameya SE 24 de hate weşandin bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Wezaretê di rapora xwe de weha got:

“Li Sûriyê ji bo vegera koçberan ti herêmên ewle nînin.

Ev koçberên ku vedigerin jî, xeterî li ser jiyana wan heye û hîna li tevahiya Sûriyê kuştin, binçavkirin û êşkencekirin heye.

Ji aliyê din ve Hikumeta Swêdê jî destnîşan kir ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li ser Bakur û Rojihlatê Sûrî, tiştekî bi navê bajarên ewle nemane.

Leave a Reply

Back to top button