Hevserokê Meclisa bajarokê Hecînê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi rêya êrîşên xwe hewl dide pêkhateyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî qir bike.
Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê li gundewarên Dêrazorê Selah Ismaîl El-Selman diyar kir ku armanca dewleta tirk ji avakirina qaşo “herêma ewle” parastina çeteyên xwe yê.
Selah Ismaîl El-Selman diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya komên çete hewl dide tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.
El-Selman destnîşan kir ku siyaseta dewleta tirk bi her awayî eşkere ye, ew jî dagirkirina tavahî Bakurê Sûriyê ye.
Selah Ismaîl El-Selman tekez kir hevgirtina gelan wê ji dewleta tirk a dagirker re bibe bersîv û banga piştgiriya bi hêzên QSD’ê re kir.