Erebîstana Siûdî kirasê berfê yê spî li xwe kir

Ji ber alozî û gefên li seranserê cîhanê bûltena me jî piraniya xwe bi van dagirtî dibe. Lê dîsan jî hem hewl didin, carnan bi awayekî kin ji be, em bûyerên keyfxweşî û balkêş jî bi we bînerên hêjare parve bikin. Vê carê Erebîstana Siûdî ye. Li Siûdiyê welatiyan barîna berfê bi kefxweşî pêşwazî kirin.

Li Erebîstana Siûdî keyfxweşiya berfê

Berfê herî zêde bandora xwe li herêma Tebuka ya Erebîstana Siûdî nîşan da.

Berfê kuçe û kolan spî kir.

Siûdiyên ku sala nû bi berfê pîrozkirin, keyfxweşiya wan derket.

Berfa ku ji roja despêka salê ve despê kir 2 rojan dewam kir.

Rayedarên hikûmetê ji ber barîna berfê kontrola rêyan zêde kirin û bi fermana waliyê herêmê plansaziya awarte hat amadekirin.

Navenda Rêveberiya Afet û Krîzê ji ber şert û mercên hewayê yên dijwar bang li gel kir ku baldar bin.

Li herêma Tebûka ku li bakurê Erebistana Siûdî ye, baran û berf lê kêm tê dîtin.

Back to top button