KON-MED’ê ji bo komkujiya Til Rifetê şermezarkirinê bang kir

Ji bo şermezarkirina komkujiya li Til Rifatê ku bi destê dewleta tirk pêk hatiye li dervayê welat jî wê çalakiyên şermerzarkirinê werin lidarxistin. Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê KON-MED’ê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna çalakiyên şermezarkirinê kir. 

Komkujiya dewleta Tirk ku doh li Til Rifatê pêk anî û tê de 8 jê zarok 10 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn wê li Ewrûpayê bi çalakiyên girseyî were şermezarkirin.

Bi vê armancê wê îro saet di 17.00’an de li her derên Ewrûpayê çalakî pêk werin.

KON-MED’ê ji bo tevlîbûna meşan daxuyanî da û komkujiya li Til Rifetê şermezar kir.

Konfederasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi van komkujiyan re asta sûcên şer derbaskiriye.

KON-MED’ê teqez kir ku dewleta tirk bi van êrîşên xwe dixwaze tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike û gelê Kurd qir bike.

KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî van komkujiyên helwestê nîşan bidin.

Konfederasyonê bang li hemû gelê Kurd û meclîs, pêkhate û endamên xwe kir ku bi awayekî girseyî tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibin.

Leave a Reply

Back to top button