Çalakvana Jîngehê: Tirkiyê bi çekên qedexekirî xwezeya Kurdistanê wêran dike

Çalakvana jîngehê Şikofe Mihemed êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê weke jenosîda jîngehê binav kir û bang kir ku bi yasa û zagonan pêşî li êrişên dewleta Tirk bên girtin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûrên çekên qedexekirî êrişî xaka Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dike, li gel qirkirina Kurdan, xwezaya Kurdistanê jî wêran dike.

Çalakvana jîngehê Şikofe Mihemed têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gelê Kurd û wêrankirina xwezaya Kurdistanê axivî.

Şikofe Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bênavber xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û got:

“Di heman demê de çekên kîmyawî û çekên din yên qedexe li dijî gelê Kurd û xaka Kurdistanê bikar tîne.

Daristanan dibire û milk, bax û zeviyên welatiyan wêran dike.

Her wiha kanî, bîr, ava vexwarinê û çandiniya Kurdistanê wêran kiriye.”

Şikofe Mihemed: Dewleta Tirk jenosîda xwezaya Kurdistanê dike

Şikofe êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê weke jenosîda jîngehê binav kir û got:

“Gelek cûrên qirkirinê hene.

Qirkirina dawî jî qirkirina hawirdorê ye.

Hinek pispor jêre dibêjin qirkirina jînegehê.

Ev yek pir xeternake, bi taybetî di dema guherîna jîngehê de li herêmê.

Divê em xwe ji bo berxwedanê li dijî guherînê amade bikin.”

Şikofe Mihemed: Bi zagonan divê pêşî li êrişên dewleta Tirk bên girtin

Çalakvana jîngehê Şikofe Mihemed bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku li gorî destûra bingehîn sînorekê ji bombebaran û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re deynin.

Back to top button