KNK: Divê Kurd li Sûriyê bibin xwedî otonom

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê encamnameya civîna xwe ya 1’ê Sibatê eşkere kir û diyarkir ku divê Kurd û Kurdistanî û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin xwedî formek Otonom û xweser. Sûriya jî bibe dewleteke domokrat û nenavendî

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê di 1’ê Sibatê de li navenda xwe ya li Brukselê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Encamnameya civînê bi daxuyaniyeke bi raya giştî re hat parvekirin.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî kurdan û diyar kir ku, dewleta tirk bi êrîşên xwe destkeftiyên kurdan dike armanc, lê êdî her kes polîtîkaya Erdogan naskiriye.

KNK’ê destnîşan kir ku, gelê kurd bi berxewdan û têkoşîna xwe polîtîkeyên Erdogan vala derdixe.

KNK: Em ê xebatên xwe yên der barê yekîtiyê de bidomînin

KNK’ê diyar kir ku niha li Sûriyê rewşek aloz û ne diyar heye, opozîsyona Sûriyê lawaz bûye, ji ber vê yekê divê Rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî li gorî vê yekê xwe bitevger bike.

KNK’ê bang li rejîma Sûriye kir ku pirsgirkêka Kurdan wê bi Sûriyeke ne navendî were çareserkirin.

KNK: Biryara Belçîkayê, ispata rewatiya têkoşîna Kurdan e

KNK’ê di daxuyaniyê de biryara Belçîkayê ya derbarê PKK’ê de jî nirxand û diyar kir ku, ev biryar rewatiya têkoşîna Kurdan a li dijî hêzên desthilatdar raxist ber çavan.

Divê welatên din jî vê biryara Belçîkayê ji xwe re esas bigrin û têkoşîna gelê kurd ji bo azadiyê bibînin.

KNK’ê di encamnameyê de kar û xebata xwe jî bibîrxist û ragihand ku, ji bo piştgiriya bi doza kurd re, wê KNK’ê peywendiyên xwe yên diplomasî bi hêzên navdeweletî xort bike.

KNK’ê diyar kir ku ji bo yekrêziya neteweyî û niştimanî wê civîn, semînar û panêl li welat û derveyî wê werin lidarxistin, her wiha wê peywendî û danûstandin bi partî, rêxistin, komele, komik û kesayetiyên serbixwe werin fireh kirin.

Back to top button