Di nava 2 salan de, 5 hezar û 700 term li Reqayê hatin derxistin

Piştî kar û xebata koma destwerdanên destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi 2 salan, 29 gorên komî hatin dîtin.

Koma destwerdanê 25 gor vekirin û 5 hezar û 700 term jî derxistin.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê di Cotmeha 2017an de, koma destwerdana lezgîn term ji kolan û bin kavilan derxistin.

Ev kom-gor li qeraxên Çemê Firat û li bejahî û hindirê bajêr hatin vedîtin.

Her wekî di nava baxçeyên giştî û li hindirê malan de jî hebûn.

Koma destwerdanê ya Melisa Reqayê teqez kir ku 5 hezar û 700 term heya niha hatine derxistin û ji aliyê pispor û bijîjkên dadwerî hatine taqîkirin.

Back to top button