Pirsgirêka kehrebeyê li taxeke Hesekê tê çareserkirin

Ev 3 meh e kehrebe li taxa Telayî ya bajarê Hesekê qut e. Navenda Kehrebeyê ya bajar soza çareserkirina vê pirsgirêkê da.

Tarans û kabilên kehrebeyê yên taxa Telayî ya bajarê Hesekê hatin dizîn û ji 3 mehan ve 300 mal bê kehrebe ne.

Welatiya bi navê Fatma Mihemed a ji taxa Telayî got: “Ji ber binpêkirinên domdar û diziya tarans ev 3 meh in me kehrebe nedîtiye.”

Welatiyê bi navê Mihemed Hisên jî diyar kir ku ji ber rewşa aborî û debarê ya zehmet şêniyên taxê nikarin taransekî din li şûna yê hatiye dizîn bikirin.

Hisên bang li aliyên têkildarî kir ku taransekî nû ji bo taxê deynin.

Hevserokê Navenda Kehrebeyê ya bajarê Hesekê Selah Hesen sedema derengbûna dayîna taransekî nû li taxa Talayî spart binpêkirinên domdar ên li taransan.

Hesen diyar kir ku di demeke nêzîk de wê pirsgirêka qutbûna kehrebeyê li taxê çareser bikin û tedbîrên pêşîgirtina li binpêkirinan bigirin.

Back to top button