Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeran çalakiyên xwe didimînin.
Di encama çalakiyên ku li dijî dagirkeran hat kirin, leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên xwe yên di navbera 28-30’ê Nîsanê de ev agahî parve kir:
“28’ê Nîsanê li derdora gundê Birc Heyderê yê Şêrawa, li dijî çeteyan çalakiyek hat kirin, tê de 2 çete hatin kuştin, 2 erebe hatin rûxandin.
Heman rojê li bajarê Efrînê jî çalakiyek hebû, li wir jî leşkerek û çeteyek hatin kuştin, leşkerek û 3 çete birîndar bûn.
30’ê Nîsanê, li gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê çalakiyek pêk hat, çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.”
Bi vî rengî di encama van çalakiyan de, leşkerek û 4 çete hatin kuştin, leşkerek û 5 çete jî birîndar bûn.
Li Efrînê teqîn..Çeteyek hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn
Tora Çalakgerên Efrînê jî ragihand ku duh li navendek çeteyan a li gundê Qestelê Xidiriya yê Bilbilê teqînek pêk hat.
Hat diyar kirin di encamê de çeteyek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn.