Li Iraqê xwepêşandan ji bo derxistina hêzên biyanî dest pê kir

Li Iraqê xwepêşandana ji bo derxistina hêzên biyanî yên li Iraqê dest pê kir.

Li gorî ragihadina Iraqê, xwepêşandana ku tê payîn îro milyonek kes tevlî bibe, li Bexdayê dest pê kir.

Hat gotin ku beşek ji rêyên sereke yên bajarê Bexdayê hatine girtin.

Her wiha li gorî ragihandina Iraqê xwepêşandêr, daxwaz ji serokê Eniya Sedir Muqtedir El Sedir dikin ku tevlî xwepêşandanên îro bibe.

Li Iraqê
Amerîka sîstema parastina asmanî zêde dike

Aloziya di navbera Îran û Ermîkayê de jî, li Iraqê dewam dike.

Li gorî raporek Amerîkayê, piştî êrişa Îranê ya li dijî baregehên Emerîka yên li Iraqê, Wezareta Parastinê ya Emerîkayê, biryar daye ku ji bo parastina leşkerên xwe, sîstema parastina qada hewayî li Iraqê zêde bike.

Balkêş e ku ev biryara Pentagonê piştî biryara parlamentoya Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî ji Iraqê hat.

Leave a Reply

Back to top button