Dadgeha Edaletê ya Navdewletî: Divê bûrma pêşî li qirkirina Rohîngiyan bigire

Dageha Edaletê ya Navdewletî li dijî qirkirina Rohîngyayiyan, ji Bûrma xwest ku tedbîran werbigire.

Tebaxa 2017’an ji ber operasyonên artêşa Bûrmayê li dijî Rohîngayiyan 740 kes koçberî Bangladeşê bûn.

Dadgeran doza ku bi daxwaza Gambiya yê Efrîkî hate vekirin, li Laheyê nirxandin.

Dageha Edaletê ya Navdewletî bang kir ku Rohjîngiyên li welatê xwe mane divê bên parastin.

Dadgeran biryar da ku hikumeta Bûrmayê bi wergirtina hemû tedbîran pêşî li qirkirina kêmnetewên Rohîngyayê bigire.

Wezareta Karên Derve ya Bûrmayê jî der barê biryara dadgeha Edaletê daxuyaniyek da û li dijî biryara derket û îdîa kir ku li Rohîgiyan sûcê qirkirinê nehatiye kirin.

Wezaretê daxuyakirin ku bûyerên Tebaxa 2017’an bûn sedema koçberbûna bi sed hezaran kesî hatine ‘nepixandin’.

Tevî 57 welatên Rêxistina Hevkariyê ya Îslamê, Kanada û Hollandayê jî piştgirî dabûn doza ku Gambiyayê li laheyê vekir.

Leave a Reply

Back to top button