Piştî nimêja sibehê, polîsa Îsraîlî bi ser Eqsayê de girt

Hêzên Îsraîlê bi ser nimêjkerên mezigefta Eqsa ya Qudsê de girtin û êrîşî hinek kesan kirin.

Li gorî dezgehên ragihandina Erebî, îro piştî nimêja sibehê, hêzên Îsraîlê derbasî hewşa mizgeftê bûn û li hinek kesan xistin.

Li dijî êrîş û êşkenceyên ku hêzên Îsraîlî der heqê nimêjkeran de pêk tînin, duh çalakgerên Filistînî banga nimêjeke mezin li Eqsayê kiribû.

Li gorî agahiyan, tevî barana xurt jî, bi hezaran kes li mizgeftê hazir bûn.

Îna borî jî, polîsa Îsraîlî piştî nimêja sibehê derbasî hewşa bûbû û berî nimêjê bi çend saetan jî, bi dehan Filistînî li Qudsê binçav kirin.

Leave a Reply

Back to top button