Çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê dewam dikin

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanî dewam dikin.

25’ê mijadarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nêz dibe . Bi boneya rojê jî çalakî li seranserî herêmê pêk tên.

Li Helebê atolyeyek ji aliyê Dîwana Edaletê û Mala Jinan ve hat lidarxistin.

Atolye li hola civînan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, Dîwana Edaletê, parêzer û hiqûqnas hat lidarxistin.

Endamên saziyên sivîl, Dîwana Edaletê, parêzer û hiqûqnas beşdarê atolyeyê bûn .

Li vir Endama Dîwana Edaletê Rojîn Nasan behsa sedemên diyardeya tundiya li dijî jinan kir.

Rojîn Nasan diyar kir ku tundiya li dijî jinê diyardeyeke globalî ya belav e û li dijî tevahî beşên civakê bi rê û rêbazên cuda pêk tên.

Rojîn bal kişand ser rola jinan di Rêveberiya Xweser de û got:

“Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê tê nasîn. Jinê di qadên siyasî, aborî, civakî û qanûnî de têkoşînek raber kir.”

Li kêlek wê jî berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûriyeyê Amine Xidor axivî û got:

“Em jin, me xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo zana kiriye û li dijî rejîmên deshilat têdikoşin.”

Komîteya Edaleta Civakî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê semîner li ser pênasekirina tundiya li ser jinan da.

Semîner ji aliyê rêvebera Navenda Lihevanînê ya bajarokê Keramê Ruqeye El Tayih ve hat dayîn.

Ruqeye bal kişand ser sedemên tundiya li ser jinan û wiha domand:

“Jin bi xwe yek ji sedemên hin cûreyên tundiyê ne, ji ber ku ew wê tundiyê qebûl dikin û li hemberê bêdeng dimînin, her wiha perwerdehiya şaş û adet û kevneperestiyên paşguhkirina rola jinan, rolekê dilîzin.”

Ruqeye bang li jinan kir ku li dijî tundiyê têkoşîna xwe bilindkin û xwedî li mîrateyên jinên têkoşer derbikevin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê panelek derbarê çalakiya 25 mijdarê de li darxist .

Di panelê de beşdaran jî ji bo rêgirtina li ber tundiyê çareserî vegotin.

Her wiha hate gotin ku divê qanûna malbatê were pêkanîn û çalakiyên ji bo nasandina jinan bi mafên wan werin zêdekirin.

Bi boneya çalakiya 25 mijdarê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Edaletê û komîteyên lihevanînê yên Dêrazorê civînek li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê li dar xist.

Di civînê de bal kişandin li ser sedem û cûreyên tundiya li ser jinan û bandora tundiyê li ser jin û civakê hatin diyarkirin.

Kobanê-Li dijî tundiya li ser jinan meşek hat li darxistin

Back to top button