Meclisa Xweser a Şengalê: Divê PKK ji lîsteya qedexekirî bê derxistin

Meclisa Xweseriya Demokratîk Ya Şengalê civînek li dar xist û piştgirî da Pêngava derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’.

Meclisa Xweseriya Demokratîk Ya Şengalê civîna xwe ya asayî lidar xist.

Civîn bi beşdariya hemû endamên Meclisa Xweseriya Demokratîk, li Meclisa Gel ya Digûrê ya Şengalê hat lidarxistin.

Di civînê de bi giştî rewşa Şengalê û bi taybet jî hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê ya 18’ê Kanûnê hate destgirtin.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

“PKK’ê ji bo parastina mafê gelê Kurd têdikoşe û Êzidiyan ji qirkirinê rizgar kir.

PKK ji hemû rêxistinan zêdetir parastina mafê mirovan dike.

Divê welatên ku PKK’ê xistine lîsteya rêkxistinên qedexekirî lêborînê ji gelê Kurd bixwazin.

Pêwîste RêberApo ku di heman demê de Rêberê PKK’ê ye were azadkirin û qedexeya li ser PKK’ê were rakirin”.

Hollanda-Qedexeya PKK’ê li den Haagê hat şermezarkirin

Back to top button