Li Kerkûkê Festîvala Şanoya Kolanê bi dawî bû

Li Kurdistanê Festîvala Navnetewî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê bidawî bû.

Doh di roja dawî ya festîvala Navnetewî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê li zanîngehek taybet ya bajêr hatin lidarxistin.

Hemû şanoyên ku di festîvalê de leyîstina wan hatibû plankirin, hatin leyîstin.

Naveroka piraniya şanoyan li ser parastina jinan, rûmeta welat û rewşenbîriyê bûn.

Di şanoyan de Şanoya Zeng ku ji aliyê Zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê ve hat pêşkêşkirin, behsa îrade û hêza jinan ya li dijî zilmê hat kirin.

Paşê şanoya ‘Tepedoz’ li ser efsaneyên xwedawendên di demên kevnare de hate leyîstin.

Festîval bi dayîna xelatan ji bo beşdarvanan bi dawî bû.

Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê destpê kir

Back to top button