Yûsra Recep: Li gorî qanûnên Iraqê xweserî mafê Şengalê ye

Parlamentera Iraqî Yûsra Recep diyar kir ku li gorî qanûnên Iraqê mafê xelkên Şengalê ye ku bi rengekî xweser bijîn û xwe biparêzin. Her wiha Endama Rêveberiya Tevbera Azadî Ronak Mecîd jî bang li hemû hêzên siyasî kir ku, piştgiriyê bidin daxwazên xelkên Şengalê.

Li dijî gefan, şandeyek bi pêşengtiya Parlamentera Iraqê Yûsra Recep, 7’ê mehê serdana Şengalê kir.

Şande serdana konê nobedê yê li dijî lihevkirina Tirkiye-Iraq-PDK hatiye vedan, kir.

Yûsra Recep di bin konê berxwedanê de, derbarê plana li ser Şengalê de, ji ajansa nûçeyan Firatê re axivî.

Parlamentera Iraqê berxwedaniya xelkên Şengalê silav kir û got:

“Ev xelk daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û ew dixwazin Şengal xweser be.

Ev daxwaz jî li qanûnên Iraqê tê. Xelkê Şengalê welatiyên Iraqê ne. Destûra Bingehîn a Iraqê wî mafî dide her kesî ku bi ol, nasname û zimanê xwe bijî.

Lewma daxwazên çalakgeran rewa ne.”

Yûsra Recep mukur hat ku planeke dagirkeriyê li dijî Şengalê tê meşandin û da zanîn ku civaka Êzidî bi berxwedana xwe planên hêzên navdewletê pûç kirin û divê hikûmeta Iraqê guh bide daxwazên Şengaliyan.

Ronak Mecîd: Divê PDK dest ji hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re berde

Endama Rêveberiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd a bi heman şandeyê re bû jî, serdana goristana şehîdên Şengalê kir û li goristanê derbarê heman mijarê de axivî.

Ronak Mecîd diyar kir ku civaka Êzidî piştî fermana 2014, êdî ketiye wî ferqê ku bi hêza xwe ya xweser tenê dikare bîr û baweriya xwe biparêze.

Ronak destnîşan kir ku PDK û dewleta Tirk ji rêxistina Êzidiyan ditirsin, ji bo wî ketine nav planên qirêj.

Ronak Mecîd bang li PDK’ê kir ku dest ji hevkariya xwe ya bi Tirkan re berde, dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e û ji bo yekîtiyê gavan bavêje.

Her wiha bang li hemû hêzên siyasî jî kir ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Şengalê.

Back to top button