Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê destpê kir

Bi meş û çalakiyên hunerî yên cur be cur Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê destpê kir.

Di festîvalê de wezîrê çandê ya hêrma başûrê kurdistan jî di nav de gelek hunermendên Başurê kurdistan û Iraqê di tê de amade bûn.

Merasîma festîval ji salên borî cudatir destpê kir, bi def, bilûr û dîlan, hunermend li kolanên gel bi stran û muzîkê ji baxçeyê Kela Kerkûkê heta Navenda Çanda Kerkûkê meşiyan.

Şanoyek Muxtar Mihemedî hate pêşwazîkirin ku qala zarokên Kurdan dike ku hertim bûne qurbanî komkujiyên dagirkeran.

Di dewama merasîmê de Serokê Festîvala Şanoyên Kolanan ya Kerkûkê Nejad Necim axivî û diyarkir ku ew ê çanda kurdî li kerkûkê biparêzin.

Piştî axaftina hûnermendan hûnera xwe pêşkêş kirin.

Biryare Festîvala Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê du rojan berdewam bike. Li cihên cuda cuda yên Kerkûkê, rojane di saet 10’an de wê destpê bike.

Back to top button